Dortmund dibe alîkar!

ACF Type: text

© Foto-Credit (Beitragsbild): iStock/uchar

Alîkarî ji bo mexdûrên erdheja li Tirkîyê û Sûriyê. Ev cîh alîkariyê li Dortmundê kom dikin û agahîyan didin:

Roja 15yê Sibata 2023 an de rayedarên koçberiyê ji malbat, heval û nasên mexdûren erdhejê rojek agahdarkirinê li darxistin. Armanc ew e ku hemû bikarîbin malbatên xwe ji bo demek kin bînin Dortmundê. Li Berlinê endamê partiya keska die Grünen hevdîtin bi wezîra karê derva Annalena Baerbock re pêk anîn ji bo mexdûrên erhejê bikaribîn visa yên taybet bigirin ji bo bikarîbin zûtir bên Almanya yê. Dema pirsên we di derbarê vê mijarê hebin, emailê ji vi ra re binivisînin: verpflichtungserklaerungen@stadtdo.de

Saziya Auslandsgesellschaft li Dortmund, ji bo mexdûrên erdhejê konto ya alîkariyê ava kiriye, ji niha pêve hun dikarin alîkariyê bişînin ser kontoya li jêr nivasandî. Biriyara ku alîkarî wê ji kî û kur re bê şandin bi saziyên li cîhên erdhejê û saziyên alman-tirk re bê standin. Auslandsgesellschaft.de e.V., Stadtsparkasse Dortmund, IBAN: DE05 440 501 99 0001 0709 16

Saziya Train of Hope (bi saziya Grenzenlose Wärme e.V. re ) alîkariyê û xêrê kom dike. Saziya Train of Hope Dortmund e.V. li Dortmundê ye û malbatek pir çandîye û bi xêrxwaziyê karê saziyê dimeşînin. Kontoya alîkariyê: IBAN DE54 4405 0199 0911 0145 21, BIC DORTDE33XXX, Verwendungszweck: Erdbeben

Saziya VMDO e.V. – Verbund der sozial kulturellen Migrant*innenvereine Dortmund e.V. bi endamên xwe re bangewaziya alîkariyê (tenê pere) ji bo mexdûren erdhejê dikin. Li gorî wan bi rêya peran saziyê humaniter dikarin li wir zêdetir û siviktir gor pêwîstiyên mexdûren erdhejê xebatên xwe bi rê ve bibin.

VMDO e.V., Spendenkonto: Sparkasse Dortmund, IBAN: DE93440501990002913399, BIC: DORTDE33XXX, Verwendungszweck: Erdbeben Türkei/Syrien

Şîrketa bi navê “Bärens&Löwen Transporte” alîkariyê ji bo mexdûren erdhejê bi tiran dişîne cîhên erdhejê. Kontoya wan ev e: Spendenkonto: IBAN: DE28 4405 0199 0001 3480 19, Verwendungszweck: Erdbeben Türkei

Meclîsa bajarê Dortmundê di civîna xwe ya 9ê Sibata 2023an de mexdûrên erdhejê bi bîr anîn. Bi rêya duhevkirina bajaran de, ya ku di navbera bajarê Dortmund û bajarê Trabzon de heye, wan alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê xistine plansaziya xwe. Trabzon bixwe li gel bahra reşe û bixwe tesîr nebûye lê bi xwe dibe alîkar li herema erdhejê.

Encumena entegrasiyonê di civîna xwe ya ku di roja 14yê Sibatê de hat li darxistin, mexdûrên erdhejê bi bîranîn. Serîlêdanên alîkariyê ji aliyê saziyan ve hatin kirin û ji encumena entegrasiyonê alîkarî hat xwastin. Her wiha jî li gorî serîlêdana partiya Grünen ji bo avakirina cîhê zarokên bê malbat (mexdûrên erdhejê) li Hatay ku Auslandsgesellschaft li ser dixebite alîkariya acîl 50.000€ ji encumena entegrasiyonê hat xwastin û ji aliyê wan ve hate erênîkirin. Ji sedema erdhejê pir zarokan dayîk û bavên xwe û malbatên xwe wenda kirin

Dortmunder U jî piştgiriyê didin – wek ku di dema krîza enerjiyê û di derbarê şerê Ukrayna de. Berpirsa hikûmeta federal ya Almanya yê ji bo alîkariyên mirovî Luise Amtsberg (ji partiya GRÜNE), pşitgiriyê ji bo alîkariyê bi rêya Technisches Hilfswerk, UNO-Flüchtlingswerk, WHO û Deutsche Hilfsdienste dide.

Zugehörige Dokumente:
Diese Seite teilen:

Zugehörige Beiträge: